Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Petroşîmiya Îlamê bi tenê karesatê bo jîngehê diafirîne

16:30 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Petroşîmiya Îlamê ku di despêka meha Befranbar a îsal de, destbi karê xwe kir û bi biryara Serkomarê rejîma Îranmê, “Hesen Rûhanî” dest bi berhemanînê kir, niha ew petroşîmiya karesastê diafirîne.

Faza 2 a pêtroşîmiya “Elfîn” û yekeya “Şirîn sazî” dest bi berhemanînan kirine.

Piştî çend rojan ji desbikar bûna wan 2 beşên petroşîmiya Îlamê, niha welatî dibêjin: “ Dûkel û pîsayî ya vê pêtroşîmiyê, xwezaya Îlamê bi taybet a bajarê “Çiwar”ê ji nav dibe.

Welatî basê hindê dikin ku karbidestên rejîma Îranê, derevan di gel xelkê dikin û bi tenê bi berçav hatine û ev 2 beşên petroşîmiyê xistine kar.