Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêvajoya aştiyê di navebra Tirkiyê û PKK de

14:16 - 28 Gulan 2014

Ehmed Ekaş

Di demên dawî de li hember çêkirina qereqolên li Bakûrê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên çêkirin, gellek çalakî û xwepêşandan çêbûn û gerîlayên PKK jî li hin deveran çalakî li dar xistin.

Li Licê li 27’ê nîsana 2014’an hêzên PKK 2 leşkerên artêşa Tirkiyê, û li Şirnexê 9 karkerên ku di avakirina qereqolan de kar dikirin bi dîl girtin.

Li gor daxûyaniyên navenda ragihandina PKK li çiyayê Meskana ser bi Colemêrgê, li 13’ê Nîsanê di encama pevçûnekê di navbera hêzên PKK û artêşa Tirkiyê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, û li Dêrsimê jî 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Şanda HDP ku di hevdîtinên 26’ê Nîsanê ligel rêberê PKK Abdullah Ocalan diyar kirin ku Ocalan gotiye ku danûstandinên wî bi rayedarên MÎT û hikûmetê ve li ser pişta kêrê tên meşandin, û dibe ku pêvajo veguhêze danûstandineke nû, yan jî dibe ku vegere pêvajoyeke şer û pevçûnên gellek dijwar.

Li gor medyaya nêzîkî PKK alîkarê hevserokê giştî yê HDP Sirri Sureyya Onder û serokwekîlên koma HDPê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken roja 17’ê Gulanê li deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û wê bi rayedarên KCK re li çiyayê Qendîlê li ser geşedanên dawî hevdîtinan pêk bînin.
Çavdêrên siyasî li Tirkiyê dibêjin ku du caran ji ber hevdîtinên şanda rayedarên hikûmeta Tirkiyê bi Ocalan re li Îmraliyê, çûna şanda HDP hat paşxistin û li gor ku Ocalan wê demê di rêya şandê re ragihandibû ku bi rojan nîqaşên kûr û berfireh bi rayedarên hikûmetê re çêbûn û wê di demên bê de geşedanên pir mezin çê bibin û ew bawer nakin ku ew geşadanên mezin, destpêkirina şer di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de be.

Quncik nivîsên rojnameyên Tirkiyê jî diyar dikin ku eger îhtîmaleke vegerandina şer û têkçûna pêvajoya aştiyê hebaya, wê HDP nehatiba damezrandin û parlamenterên BDP wê xwe tevlî HDP nekirana, ji ber ku eger bi rastî HDP dixwaze bibe partiya hemû Tirkiyê wek Ocalan ku ew rol daye wê, wê demê eger şer ji nû ve dest pê bike nikare wê rolê bilîze û wê ji zikê diya xwe de mirî derbikeve, û ne mumkîn e Ocalan xwe tevlî metirsiyeke wiha bike, nexasim ku, biryara aştî û şer jî di destê wî de ye, û çi dibe bila bibe, ew stiratijiya ku daniye ber xwe jî, têk nade.