Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêvajoya dadigehî kirna Hemîd Nûrî berdewame

12:15 - 23 Şibat 2022

Di dirêjiya dadigehî kirina Hemîd Nûrî de, kesek weî şahid amade bû û şahidî da ku Hemîd Nûrî di kuştara bikome hepsiyên siyasî li sala 67an de destekî bilind hebûye.

Hemî Nûrî ku bi sûçê beşdarî li kuştara bikome zîndaniyên siyasî li hawîna sala 1367an li welatê Swîdê tête dadigehî kirin, li dawî civîna dadigehê de, kesek bi navê Celaledîn Se`îdî ku wê demê girtiyê siyasî bûye, wekî şahid li dadigehê de amade bû û şahidî da ku wî hebxwe Hemîd Nûrî di nava girtîgeha Goherdeştê de dîtiye ku dema îfade li girtiyên siyasî werdigirtin.

Ew şahide ku hebxwe di sala 1362 yê de bi sûçê endametî li rêkxistina “Rahê Karger” de hatibû girtin, di dema şahidiya xwe de li dadigehê de got: Wî hebxwe çendîn caran Hemîd Nûrî li girtîgehê de dîtiye û heya niha jî ser û sîstema dev û çavê wî bi başî tête bîrê.

Celaledîn Se`îdî ku ragihandibû ev amadeye wekî şahid bête dadigehê, di dema şahidî dana li dadigehê de got: Wî heyamê derbas bûyî de çendîn caran gefa kuştinê ji min hatiye kirin ku hekî şahidiyê bide, dê bête kuştin.

Hemîd Nûrî ku sûçdare di komkujiya hepsiyên siyasî li sala 1367an de beşdarî kiriye, di payîza sala 1398an di demekê de pê Balafirê ji Îranê ve giheşte Swîdê, demûdest hate binçavkirin û wê demê ve heya niha pêvajoya dadigehî kirna wî berdewame.