
Piştî derbasbûna du rojan bi ser erdhejê re, hêzên rejîmê û yên hawarçûnê ji Selmasê ve çobûne gundê Biruşxwaran, heta ku hinek vidiyo û wêneyan bigrin û piropagendê bikin ku goya bi hewara xelk Biruşxwaran ve çûne.
Gundê Biruşxweran yek ji wan gundan e ku bi hegera erdhejê gelek xisar berketî ye.
Dema ku hezên rejîmê û bi nav navenda hawarhatinê ya rejîmê digihîne nav gund, xelkê gund diçine berahîka wan û jê dipirsin hûn bi destê betal hatine çi?
Hezên rejîmê jî dibêjin em ji aliyê Sitada Rewşa Awirte ya Selmasê ve hatine, da ku beravurda xisaran bikin û raporê bibin.
Xelkê çeleng û xwedî helwest ên gundê Biruşxwaran dibêjin em îznê nadin, ku hûn çend wêneyeke silfî bigrin û bibin piropagendê bo xwe pêve bikin.
Xelk êrîşê ser hêzên rejîmê dikin, û ji wan dixin û bi serşorî bi ser bajarê Selmasê re dizivirînin.
Pêka zaniyariyan, ser û guhê hêzên rejîmê wisa ji aliyê xelkê biruşxwaran ve hatine hûrkirin ku halê çend kes ji hêzên rejîmê xirab e.
Eve 3 roj e ku bi hegera erdheja li bajarê Xoy û Selmasê derbas dibe, gelek xisar gihaye xelkê û sedan gund herifîne û zerer û ziyaneke zaf a madî gihaye xelkê, bi dehan hezar kes bê mal û hal mane û di vê demsala zivistan û sir û seqemê li derve dijîn, îmkanatên hewcehî yên jiyanê jî tinînin.
Heta niha jî demûdezgehên rejîmê bi hewara xelkê de neçûne, û tenê eva gelê me yê Kurd e ku herderê dest kirine bi avakirina kempeynan bona komkirina alîkariyan heta ku bigihînine xelkê lêqewmî û xisardîtî.