Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendî di navbera Îran û Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî de aloz e

12:45 - 23 Şibat 2021

Nûnerê rejîma Îranê li Saziya Navnetewî ya Welatên Yekgirtî de ragihandiye ku serdana bi nişkê ve ya lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî hatine ragirtin û ew îznê nadin ku ti lêkolerekî Ajansê bi nişkêve serdana binke û navendên navikî bike.

Roja Dûşemî 22ê Şibat, nûnerê rejîma Îranê li Saziya Welatên Yekgirtî, “Kazim Xerîbabadî” ragihand: “Hevkariya me digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navîkî li demjimêr 12ê Şevê bi dawî tê û li roja Sêşemiyê ve ti alikariyek bona serdana bi nişkê ve ya lêkolerên Ajansê nayê kirin û tev destpêregihîştin Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî yên li derveyê “Bercam”ê, bi dawî tê.

Biryara rejîma Îranê di halekê de ye ku rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” ragihandiye: “Renge heta qasî %60 ji î em uraniyomê bimeyînin, di her cihek hewce be em wê karê bikin”.

Piştî Serdana Serokê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, “Rafaêl Girûssî”, rejîma Îranê ragihandiye, ku emê hin zaniyarî li ser beşek ji çalakiyan û alavên çavedêriyê bo 3 mehan cem xwe dê ragirin û hekî Bercam hilûşiya dê wan zaniyariyan reş bikin û hekî “Bercam” berdewam bû, ew dê wan zaniyariyan radestê Ajansê bikin.

Lêkolera Damezraveya Berevanî ji Demokrasiyê, “Andirêa Strîkêr” ragihand: “Yasaya meclîsa rejîmê bi awayekî hatiye dariştin ku ew wekî emrazeke bacgîriya navikî ye ku bikare Amerîkayê neçar bike ku dorpêçan hilûşîne”.

“Elî xamineyî” jî ragihand: “Renge heta %60an em Uraniyomê bimeyînin” û berê jî Wezîrê Îtila`atê “Mehmûd Elewî” jî ragihandibû: “hekî em çeka navikî berhem bînin bi sedema bandora dorpêçan e û welatên din perpirsyar in”.

Wezîrê Derve yê Firansê jî, “Jan Iyo Lodêriyan”jî ragihandibû, ku em nigeranê bernameya navikî ya rejîma Îranê ne.