Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiyên Navnetewî ên PDKÎ: Wezaretên Derve ên Amerîka, Çîn, Birîtaniya û Lehistan bersivdar bin

11:19 - 20 Îlon 2021

Pêwendiyên Navnetewî ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nameyek bo Wezaretên Derve ên Amerîka, Çîn, Birîtaniya û Lehistanê şandiye.

Piştî vê ku Hêza Pêşmergê Kurdistanê karî çend dronên bomrêjkirî ên Spaha Pasdaran bixe xwarê, derkevt ku çendîn alavên wan dronane ji welatên cur bi cur û ji wan Amerîka, Çîn, Birîtaniya û Mecaristanê hatine çêkirin û Spaha Pasdaran bo çêkirina dronan mifah jê wergirtiye.

Her lewma Pêwendiyên Navnetewî ên Hizbê di nameyekê de bo Wezaretên Derve ên wan welatane, tevî baskirina êrîş û destdirêjiya Spaha Pasdaran a terorîst bo ser binkeyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê li deverên sînorî ên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û ziyangehandin bi xelkê bêberevan ên akinciyên wan navçane, destpêragihîştina rejîmê bi wan alavan ku bo şer li Kurdistanê bikar tîne, bi tundî şermezar kir.

Herwisa di wê nameyê de daxwaz kiriye ku ew welatane bi micidî li pey vê mijarê bikevin û eva jî di demekê de ye ku dorpêçên tund derheq firoştina alavên şer li ser Îranê ye, çimkî komek ji kompaniyayên wan welatane wan alavan difiroşine rejîma Îranê.