
Pêwendiyên navnetewî yên PDKÎ li derheq girtina bi koma a ciwanên Rojhilatê Kurdistanê nameyek rû li welatên Ewropayê belav kir.
Deqa wê nameyê wiha ye:
Nameya pêwendiyên navnetewî yê PDKÎ li derheq bi komgirtina ciwanan li Rojhilatê Kurdistanê.
Pêwendiyên navnetewî yên PDKÎ li derheq bi komgirtina ciwanan li Rojhilatê Kurdistanê nameyek arasteyê damûdezgehên dewletî û aliyên pêwendîdar li welatên Rojavayî kir.
Di wê nameyê de îşare bi rewşa xirap a mafê mirov li Rojhilatê Kurdistanê û zilm û zora rejîmê bo ser cudabîr û çalakvanên siyasî, medenî û bi komgirtina ciwanan di çend heftiyên derbasbûyî de kir.
Herwisa di vê nameyê de hatiye ku Partiya Demokratê nigeranê çarenivîsa wan ciwanane ye û pêka wê ezmûna ku me digel rejîmê heye, em alxahîn in ku ew girtiyane di girtîgehên rejîmê de rastî îşkence û givaşan tên.
Li nameya pêwendiyên navnetewî ya PDKÎ bo Wezareta Derve û endamên parleman û saziyên mafên mirovî di çendîn welatan Rojavayî de daxwaz kirine, li derheq wê rewşa ku rejîm li Rojhilatê Kurdistanê diafirîne bêdeng nebin û bi her awayekî ku bikarin helwêstê bigirin.
Di wê nameyê de lîsteya navê hemû ew girtiyan radestî dezgehên pêwendîdar hatiye kirin.