Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê dîsan rastî aloziyan hatin

12:52 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Cardin derheq destbiserkirina qeşeyekî Amerîkayî, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de alozî pêk hat, û pêwendiyên wan sar bûn.

Cihgirê serokê Amerîkayê  di gotarekê de li konferansa azadiyên ayînî de gef li serokê Tirkiyê xwar û ragehand, yan dibe qeşe “Biransin” azad bikin, yan jî hûnê encamên azadnekirina wî bibînin.

Li gora gotina vî berpirsê Koşka Spî, eva çend meh in ku Amerîka digel Tirkiye ser vê pirsê diaxive.

“Michael Pence” cihgirê serokê Amerîkayê got: “Min peyamek ji serokê Amerîkayê ve bo Erdoxan heye, Niha dibe ku qeşe “Biransin” azadî bikî, hekî azad nekî, tu wê encamên vê biryarê bibînî”.

Ew gefên weha, nîşan didin ku renge dîplomasiya di navbera her du welatan bê encam mabe, lewra zimanê tund û gefan bi kar tînin.

Dawî hewla dîplomasiya bo azadkirina vî qeşeyî roja Pêncşemiyê bû, dema ku Tramp digel Erdoxan bi telefonê ser vê mijarê behs kir.

Trump di “twitt”ekê de nivîsandiye: “Amerîka wê dorpêçeke mezin bi ser Tirkiyê de bisepîne, jiber ku heyameke dûr û dirêj e ku ew qeşe zindanî kiriye”.


Tirkiyê jî bersiva gefên Trump da, û Mewlûd çavişoglo di “twitt”ekê de nivîsand: “Kes nikare Tirkiyê neçar bike, ku bersiva wan bide, em gefan li tu kesî qebûl nakin. Yasa bo her kesî ye”.

Ji aliyekî din ve Proje-biryara qedexekirina firokeyên şer ên corê F-35 bo Tirkiyê li Kongreya Amerîkayê hat pesendkirin.

 Proje-biryar pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump tê kirin û eger îmze bike, Tirkiye ji kirîna firokeyên şer F-35 tê bêbeşkirin ku daxwaza 100 firokeyan kiribû. Vê mijarê jî hindeyî din pêwendiyên her du aliyan rastî aloziyan kir.