
Federasyona Komelên Kurdistanî li Norwêjê (FKKN) bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyama pîrozbahiyê bo hizbê şandin.
Di parek ji wê peyamê de hatiye:
Mezintrîn yadîgariya PDKÎ bi taybetî bo Rojhilatê Kurdistanê û bi şêweyek giştî bo tewaya Kurdistanê avakirina Komara Kurdistanê ye. Beşdarbûna Hêza Pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê bi serokatiya nemir Mistafa Barzanî û ronakbîr û welatprêzên kurd ji Bakurê Kurdistanê nîşana doza hevbeş ya welatparêzî, demokrasî û azadiya xelkên Kurdistanê ye.
PDKÎ di 75 sal xebata xwe de bi serkirde û pêşmergeyên xwe ve fedakariyên pir mezin dayina bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê.
Cihê rêzgirtin û wefayê ye ku Federasyona Komelên Kurdistanî li Norwêjê pîrozbahiya xwe di serî de bo şehîd û serkirdeyên PDKÎ, nemir Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Dr. Şerefkendî û hemû şehîdên din rê rêbike.
Her di dirêjiya peyamên pîrozbahiyê de bo PDKî “Rodî Îlgen” kesayetiyê siyasî, di peyamekê de, 25ê Gelawêjê pîroz kir û.
Parek ji peyama“Rodî Îlgen” de hatiye :
Ez vê roja dîrokî li serkirdayetiya PDKÎ, endam, xebatkar û dostên partiyê û hemû welatparêzên Kurdistanê pîroz dikim.
PDKÎ bi serokatiya nemir Qazî Mihemmed di dema şerê cîhanê yê duyemîn de hatiye damezrandin. Piştî damezrandina PDKÎ bi 5 heyva bi xebatek fedakarî û bi beşdariya Mustafa Barzanî, Komara Kurdistanê hate îlankirin.
Damezrandina PDKÎ û bi taybetî damezrandina Komara Kurdistanê dîrokek taybet e di demek wisa kurt de.
Her di dirêjiya peyama “Rodî Îlgen” de hatiye:Taybetmendiyek din ya xebata PDKÎ eve ye ku di dema “şoreşa” gelên Îranê de, xebatek gelemperî, şoreşvanî û bihêz pêk anîye li Rojhilatê Kurdistanê. Dr. Qasimlo wek serokê PDKÎ di vê demê de, rolek mezin sitandiyê di bilindkirina xebata welatparêzî, demokrasî û azadiya Kurdistanê de.