Dezgeha Ragihandina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq koça dawiya nivîser û wergêrê mezin yê Kurd mamoste Ezîz Gerdî peyamek weşandin.
Deqa peyamê wiha ye:
Stêrkek vemirî
Mixabin mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî mamoste Ezîz Gerdî roja Duşemî 6`ê Hezîrana 2022`an, Malbenda Voşe û Riste, Hnera zimanvaniyê û rewanbêjiya Kurdî bi cih hêla û li şûna xwe de xermanek li zanist û bedevî bicih hêla. Mamoste Ezîz Gerdî di wêjeya Kurdî de kelega ziman û rewanbêjiyê bû û herwisa wekî dosetekî nêzîk yê dr. Qasmlo yê zana li barê kurdayetî û edeba Kurdî de yekmal û hevpeyv bûn.
Ragihandina kurdî û pirtûkxwaneya Kurdî bi hebûna stêrkek çiroskdar wekî dr.Ezîz Gerdî, bedeviyek taybet peyda kirbû, û her bi vê sedemê ye ku tev kurdînivîs û nîştimanperwerên Kurdistanê xembar dike.
Dezgeha Ragihandina Giştî ya PDKÎ, tevî xembarbûna li derheq vemrandina vê stêrka geşa esmanî a ziman, edeb û nivîsîna Kurdî, sersaxiyê dibêje malbat, kesûkar û tev nîştimanperwer û nivîskarên Kurd.
Yada mamoste Ezîz Gerdî, herman û rêya wî ku serxistin û xermana nivîsîna edeba Kurdî, rewanbêjî û ciwan nivîsî bû, tijî li xwandkarên emegnas bibe.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Ragihandina Giştî
6`ê Hezîrana 2022`an