Bi hilkefta 32emîn salvegera şehîdbûna Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bokanê peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Em wekî endamên PDKÎ li bajarê Bokanê, terora nacamêraneya rêberê karîzmatîk û rêberê Kurd şehîd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” ji aliyê terorîstên Komara Îslamiya Îranê mehkûm dikin û soz û emegnasiya xwe bi berdewamkirina rêbaza wî nû dikin û bi wî awayî xevnên rejîma Îslamiya Îranê dê bikin bi bilqa ser avê.
Çimkî heta serkevtinê rêbaza rêberê me yê şehîd dê bidome û waneyên wî çiraya rêya xebata me ye.
Bejna xwe bona rêzgirtin ji canê paqijê wî ditewînin.
Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Bokanê
Pûşpera sala 1400 a Rojî