
Komek ji endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Seqiz”ê, bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Malbatên serbilind ên şehîdan
Kêmendamên di nava çeperê de
Girtiyên xweragir ên Siyasî
Pêşmergên qehriman yên çiya û bajar
Em Ji bajarê “Seqiz”a hertim demokrat ve silavan bo we dişînîn û pîrozbahiya roja Pêşmergê Kurdistanê ji ve û hemû xelkê bişeref ên Kurdistanê dikin.
26ê Sermawezê roja rêzgirtin ji netirsî û cangoriya xortên bicerig yên Kurdistanê ye ku bi dijî dagîkariyê rabûne û dest ji hemû xweşiyên jiyanê berdane, pêşmerge bo jiyan û paşerojek baştir xebatê dike û di vê rêbaza tejî ji serwerî de bi awayê şorişgêrane û mandînenasane hêviyên dagîrker dike bilqên ser avê.
Di vê rêbazê de pêşmerge û malbatên wan yên rêzdar zêdetirîn azaran dikêşin û em û hemû xelkê Kurdistanê xwe deyndarê wan dizanin û serê rêz di hember xweragirî û cangoriya wan de ditewînin.
Di vê roja pîroz de em peymana wefadariyê digel hemû pêşmergên Kurdistanê nû dikin û soz didin ku heta dawiya jiyanê heval û hevkarê û piştevanê xebata wan bin.
Mirin û neman bo rejîma terorîst û mirovkuja a Axûndî
Serkevtî be xebata pêşmergane bo rizgariya Kurd û Kurdistanê.