Bi hilkefta 26ê Xermananê salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Seqiz”ê peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye
Malbatên serbilnd ên şehîdan!
Hepsiyên Xweagir!
Pêşmergên canfîda yên çepera Çiya û Bajar!
Ji bajarê Seqiz a demokratperwer ve, em silavan bo we dişînin
Roja 26ê Xermananê, pelekî reş li ser rûkê komara Îslamî ya Îranê û welatên bê helwîst û qazancçiyên cîhanê ye.
Em di wê rojê de, dîsan peymana wefadarî û berdewamkirina rêbaza şehîdan nû dikin û sozê didin ku heta dawiyê wefadarê rêbaza Dr. “Şerefkendî” bin.
Em alxahîn in ku hêvî û armancên şehîdan û gelê Kurd, bi xebat û têkoşanên berdewam û bêrawestadin dê bigehe encamê, lewma em daxwazê ji tek xelkê Kurdistanê dikin ku di çarçoveya Rasana Rojhilatê de ya ku bikarin di hember dagîrkeran de bikin, heta welatê me zûtir serbest û azad bibe.
Silav li tev riha şehîdên Demokrat bi taybetî li ser riha Dr. “Sadiq Şerefkendî”yê nemir
Kawiltir be rejîma gendel û terorîstiya axundî
Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê