
Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarên Bokan, Ciwanro û Nîyerê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê 76`emîn salvegera avabûna PDKî peyam belav kirin.
Endamên PDKÎ li bajarê Bokanê di peyama xwe de tevî pîrozkirina 25`ê Gelawêjê dane zanîn: “25`ê Gelawêjê hatina roja azadiyê bû ku li sala 1324`an a Rojî hate avakirin. Ev azadiye ku Pêşewayê nemir “Qazî Mihemed” tov bo rijandibû û dara wê azadiyê bi xwîna xwe av da, û li pey wî rêberên hertimî zîndî ên me Dr. “Qasimlo” û Dr. “Şerefkendî” wanebêjiya wê mektebê li stuyê xwe girtin û bi şehîdbûna wan, agirê xebatê bo Kurdistanê gurrtir bû û pîrozbûna wê rêbazê nîşanê cîhanê dan”.
Ji aliyek din ve endamên Hizbê li bajarê Ciwanroyê peyamek belav kirine û 25`ê Gelawêjê pîroz kirine.
Endamên Hizbê li Ciwanroyê di peyama xwe de gotine: “Sund bi ax û alaya Kurdistanê, em heta dawî dilopa xwîna xwe domkerê rêbaza şehîdan in û emê xebata 76 saliya PDKÎ berdewam bikin û bi can û mal emê berevaniyê ji kiramet û şerafeta axa Kurdistanê bikin”.
Jênên netirs û zîrek ên Nîyerê jî di peyamekê de 76`emîn salvegera avabûna PDKÎ pîroz kirin.
Di beşek ji peyama jinên Nîyerê de hatiye: “Pêkanîna hizbeke siyasî yek ji fakterên sereke ya civatgeha modern e ku bi diyarîanîna şêwazeke nû ji jiyana mirov e, ku di Kurdistanê de jî Partiya Demokrat ew dewra dîrokî û girîng bi başî lîst”.
Herwisa wan daye zanîn: “Avakirina yekemîn Komara netewî-demokratîk li Kurdistanê û nûjenkirina xebata netewî ku heta niha jî berdewam e, ji girîngtirîn destkevtên netewî ên wê Hizbê ye”.