Endamên PDKÎ di Îlamê de,bi hilkevta 22 yê Pûşperê, salroja terorkirina “Dr. Qasimlo”, peyamek belavkirin.
Deqa peyamê wihaye:
Ji bilindahiyên çiyayên “Zagros” û “Qelaqîran”ê, em bejna xwe li hemberî nav û yadê Şehîdên azadiyê, ditewînin.
Terora “Dr. Qasimlo” bûye sedem ku ji aliyekê navê vî nemirî, wekî stêrkekî geş di esmanê xebata azadî û aştîxwazane ya dîroka mirovahiyê, şewq bide, û ji aliyekî dinê ve jî, bi wê terora nacamêrane belgeyeke din ji eşkerebûna binyata terorîstî û cinayetkariya rejîma Îranê nîşan dide.
PDKÎ, wekî Partiyekî pêşeng û Alahilgirê xebata netewî-demokratîk a gelê Kurd, heya gihîştina bi mafê berheq û cihgîrkirina aşitiyeke hertimî bo netewên bindest, ti caran ji xebatê nasekine.
Niha, piştî derbasbûna 31 salan bi ser wê cinayeta rejîmê re, dosyeya terora Rêberên Kurd bi eşkerebûna belgeyên zêde, varekî nû peydakiriye û hivî û daxwazên netewa Kurd bo dadgehîkirina bikerên wê cinayeta dijî mirov, kite kareke ku welatên Ewrûpî dikarin qerebûya bêdengiya çendîn salaneya xwe bikin.
Niha ku rejîma terorîste Îranê pitir ji her demekê givaşên xwe li ser civaka medenî, mafên bingehîn yên kesîn, çalakwanên medenî zêde kirine û mafên mirove çalakwanên jîngehê û kêmîneyên Olî û …, binpêkirine, heya heyamê temenê dîktatoriya “Wilayet a Feqîh” dirêj bike, niha erkê hemû azadîxwaz û xebatkarane ku di hember wê zordariyê de rawestin û bona bidestveanîna jiyaneke azad di bin sîbera aşitiyê de û bê tirs ji terorê, xwe ji ti cehdekê neparêzin.
Şehîdan û xebatkarên doza azadiyê! Doza we pir rêvîng û hizra we hertimî be
Endamên PDKÎ li Îlamê
22ê Pûşper a 1399 a rojî
12ê Tîrmeha sala 2020