Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hejmarek ji xwêndekarên navxweyê Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 26ê Sermawezê

12:28 - 18 Kanûna pêşîn 2021

Hejmarek ji xwêndekarên navxweyê Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja “Pêşmergê Kurdistanê”, peyameke pîrozbahiyê belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

26ê Sermawezê, hêma û sembola cangorîkirin û fîdakariya xortên pêşeng û xwebexşên neteweyekê ye ku axa wan hatiye dagîrkirin û netewa wan rojane tûşî dirindanetirîn şêwaza asmîlekirinê dibin.

Zêdetir ji 75 sal e ku kur û keçên wê nîştimanê li pêxema azadî û rizgarbûn ji Koloniyalîzmê amadeyê dana her nirxekê ne û di bilintirîn asta cangorîkirinê de bi xwîna xwe waneyên azadiyê di polên jiyana birûmet de, li guhê tak bi takê civatgeha me de gotine.

Bo me xwendekaran, pêşmerge mînaka wê mirovê bê îdia, xwedîbiryar, xwefîdakirî û hogirê gelê xwe ye ku wekî şoreşgerek bo avakirina paşerojek geş û bextewer hemû hewlekê dide û ti car bo rizgarkirin û azadiya gelê xwe li benda qeza û qeder û bûyeran namîne, belkî bi tekoşîn, rêkxistin, dana zaniyarî û semfoniya çeka xwe di heyamek kin an dirêj de kela dagîrkerî, bêdadî û zulmê biherîfîne.

Em wekî hejmarek ji xwendekarên zanîngehên navxweyê Rojhilatê Kurdistanê, carek din bejna xwe li hember fîdakarî û şoreşgeriya pêşmerge ditewînin û soz didin wekî beşek ji xebata bajar, zêdetir ji caran hewla bihevgihandina çeperên “Çiya û Bajar” bidin û di wê pêxemê de ji ti fîdakariyekê xwe neparêzin.

26ê Sermawezê pîrozî hemû Pêşmergên Bajar û Çiya be

Serkevtin bo pêşmerge