Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevpar a rêxistinên ciwanên Kurdistana Îranê

20:52 - 2 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Saziyên Ciwanên Kurdistana Îranê bi hinceta 2’ê Hezîranê roja “Ciwanên Kurd” peyamekî hevpar bilav kirin.


Deqa wê peyamê ku nusxeyek bi destê malpera Kurdistanmedia gihîştiye, bi wî awayê ye:


Hemwelatiyên hezkirî!
Xelkê tekoşerên Kurdistanê!
Ciwanên xweragir û nîştimanperwer!

Îro 2’ê Hezîranê, 31’emîn salvegera şehîdkirina 59 ciwanên tekoşer yên Kurd ku bi destê celadên kevneşop yên komara Îslamî a Îranê hatine lidarvekirin.

Bo rêzgirtin ji canê paqij yên wan lawên tekoşer û rêzgirtin ji xebat û tekoşîna neteweya zilmlêkirî yê Kurd, di yekemîn konferansa Ciwanên Rojhelatê ku li 20’ê Çileya Pêşîn a 2013’an, bi pişikdariya hemû saziyên lawên Rojhelatê hat lidar xistin, û di biryarekî dîrokî de, roja 2’ê Hezîranê weke roj ciwanê Kurd, hat destnîşan kirin.

Diyarkirina roja 2’ê Hezîranê weke roja lawê Kurd, her çend ji aliyekê rêzgirtine ji fîdakarî û xwenevîstiya ew 59 ciwanên qehriman yên gelê me li Rojhelata Kurdistanê, ji aliyek din ve jî hevîneke bo yekrêzî û yektebayî a hemû pêkhatên civaka Kurdistanê ku bi hêzekî zêdetir berbirûyê hizra dîktatorî û dije mirovî a Rejîma Îslamî bînin.

2’ê Hezîran a 1983’an bi bîranîna xweragirî û nîştimaperwerî ye bo gehîştin bi armancên bilin ên mirovî bi bê çavrewaniya tu cure padaş û xelatek.

2’ê Hezîranê bo lawê Kurd li rojhelata Kurdistanê roja berengarîbûn ligel hizra cehl û nezaniye ku tevî hizra moderin û serroyane ya ciwanên Kurd, bi hîç curekê guncav nîne.

Em rêxistinên ciwanên Rojhelatê di vê roja dîrokî de, serbarî rêzgirtin ji canê paqij yê hemû şehîdên Kurdistanê û ew 59 lawe xebatkare yê gelê me, erêna xwe duqat dikeyîn ku zêdetir ji derbasbûyê bi alîkarî û hevxebatiya me li pêxema bi dest anîna armancên bilin yên gelê me bi giştî û bi xasmanî ciwanên Kurd pêngavan hawêjîn.

Bêgoman hewceye li vir bo bilind ragirtina bîranîna wan 59 ciwanane, li nêzîkbûna çaremîn konferansa neteweyî a ciwanên çar parê Kurdistanê, hemû saziyên çar parçe, bi ezmûna wergirtin ji konferansa sêyem, bi tu awayekê rê nedeyîne ev konferansa me tuşî tu pirsgirikek bibe û bi awayeke tund, berngariya her cure hizrekî pawanxwazane û berjewendîxwazane bibîn.

Silav ji canê paqij yê wan 59 şehîdane û hemû şehîdên Kurdistanê me!
Bilind û pîroz be yekdengî û yekrîzî û yek tebayî!

Rêxistinên Ciwanên Kurdistana Rojhelatê
2’ê Hezîran a 2014’an
12’ê Cozerdana 1392’a Rojî

Navê rêxistinan:

- Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê
- Komeleya Ciwanên Rojhelatê
- Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Rojhelata Kurdistanê
- Navenda Ciwanên Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê
- Ciwanên Partiya Serbixweyî
- Rêxistina Ciwanên Yarî Kurd
- Girupa Karê Lawan û Dersxwanên Partiya Azadî a Kurdistanê