Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Hevpêvendî bo azadî û beramberî bo Îran, rejîma Îranê şermezar kir

12:43 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia : Hevpêvendî bo azadî û beramberî bo Îran di peyamekê de toparankirina deverên sînorî ên Başûrê Kurdistan, ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Peyam wiha ye :

Li gorî nûçeyên gihîştine me, roja Çarşemî 19`ê Pûşperê, êrîşên rejîma Îranê, bi balafirên bê pîlot, helîkopter û katiyûşa deverên sînorî ên Kurdistanê toparan dike û heya niha jî berdewame.

Di wê êrîşê de deverên başûra Kurdistanê kirine armancên xwe û di wan êrîşan de ziyaneke berfireh gihandiye jîngeh û jinavbirina zevî û daristanê Kurdistanê, mixabin di wê êrîşê de Keseke sivîl canê xwe jidest da û Du kesên din jî birîndarbûn, û herwisa Du pêşmergên Komeleya Zehmetkêş a Kurdistanê jî birîndar bûn.

Heqîqet wisaye ku, rejîma Îranê her car bi hêceta hebûna hêzên opozisiyon ên Kurd di Kurdistana Îranê de, deverên sînorî û axa herêma Kurdistanê topbaran dike, û zirarên canî û malî digihîne xelkên wan deveran.

Ew êrîşkirine bi her hêcetekê detpêkiribe, nîşaeya paybend nebûn û hûrmet nedanîna rejîma Îslamî a Îranê bi helwêstên navneteweyî li pêwendî digel ciranê xwe û rejîm wê destdirêjiyê ji ser deverên wan de destûreke asayî dizane. Gef xwarinên fermandeyê Biryargeha Remezan êrîş di ser wan deveran de zêde kiriye. Ev kiryar, mînakên herî xuya ên destdirêjiyên rejîma dagirkar a Îranê ji bo pêşxistina armancên şerxwazî û dijî mirovahiyê ne.

Em wê kiryar û destdirêjiya rejîmê şermezardikin û em hevderdiyê digel malbatên qurbaniya dikin û hêvîya başbûna zûtirîn dem bo birîndarên wê êrîşê dikin, û çavnihêriya me ji hemû hêzan heye ku wê cinayetê şermezarbikin, û rûyê dije mirovî ya Îranê eşkere bikin. Hêvîdarin ku xelkên jêhatî û tevgera yeksanî û Demokratîka wan, bi jinavbirina komara Îslamî a Îranê, wê astenga aştî û azadî û Demokrasiyê ji ser rêya xwe û deverên rakin.

Hevpêvendî bo azadî û beramberî bo Îran

20`ê Pûşpera 1398`an, 11`ê Tîrmeha 2019`an