Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemî a xelkê têkoşer yê Kurdistanê bi boneya bûyera giran a Merîwanê

19:41 - 27 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Xelkê xebatkar yên Kurdistanê, endam û alîgirên Partiya Demokrat, li bajarên wekî Şino û Urmiye de, çalakvanên jîngehparên Kurdistanê, Saziya Medenî a Kurdistana Rojhilat, bi boneya can jidestdana 4 şehîdên jîngehparêzên Kurdistanê peyama hevxemiya ji bo xelkê Kurdistanê belavkirin û serê xwe tevadin ji bo mezinatiya wan 4 şehîdên Kurdistanê.

Niyer

Merîwan bajarê danizide sar û bajarê “Mensûr Fetahî” û Sidîq Fîrozî” û hezaran ciwanên emegnas û mandînenas û xebatkar;  Dîsan wekî demên borî bo çepera  xwe gorîkirinê; Belê vê carê jî zirêwar bo bi mêhvandarê xebatkareke din ku bi gorîkirina canê  coş û heyecan û tîn û gorîkirina xwe bi dar û qewrên nîştiman.

Dîsan Çilçeme û Sorîn û kûrî Miyane Meryem û Şaho xwe tevadin bo xwegorîkirin û cangoriya “Şerîf û Şerîf navan”;  Birastî  careke din Kurdan selimand ku ciwanên vê bo parastina Kurdistan û xwezaya Kurdistanê  bi tu tiştî xwe dûr nagirin û can ku wekî serekîtirîn sermaya jiyanê ye,  li pêxema Kurdistanê de dibexşînin.

Cihê vê ye ku hezaran silav bişînin bo canê pak yê “Şerîf Bacwer” û hevalên wî ku  bûn bi mamostayê xwebexşînê, bi gorîkirina canê pak yê xwe desra çavnetirsî û emegnasiyê dan bi cîhan û civaka mirovahiyê, û ji aliyê xelkê “Niyer”a Demokratperwer  ve, bi dil û can, sersaxiyê dibêjine xelkê bajarê Merîwan û Kurdistan bi gişt û malbatên şehîdên qehreman û nû yên xwe yên li bajarê Merîwanê (şehîdên xwezayê) û serê rêz û hormetê ditevînin bo mezinatî û xwegorîkirin û lêhatîbûna şehîd “Şerîf” û hevalên wî.

Ji aliyê xelkê “Niyer” a lêgirannehatî a Demokrat

Çalakvanên Jîngehparêz û xesarberkevtî yên Serpol

Sersaxî, peyveke ku tu demî li ser zimanê xelkê vê nîştimanê dûr neketiye

Eva bê edaletiye hekî em nebêjin xelkêkî zêde li “Serpola Zehaw” di heyama erdheja parêzgeha Kirmaşanêde qerdarê xebata “Şerîf Bacwer” in.

Mêrek bo ku di yekem şeva erdheja parêzgeha Kirmaşanê de alîkariya xelkê kir, û bi hemû hêza xwe alîkariya xelkê dikir, lê dostitiya wî mêrî tenê bo takekan nebû belku dostatiya wî ji bo jîngehê jî bû.

Ev salan e ku xwezaya bajarê Merîwan, jîngeh û henaseyên xwe, qerdarê wî mêrî ne û Encûmena Kesk  a Çiyayê Merîwanê ku hemû caran wan agirê daristanên  wî bajarî  vemrandine.

Îro agir, xwezaya  deverên wekî “Pîle û Sîlsî” a Merîwanê ji xwe girtibû, ev mêrane çûn bû şerê agir û 4 kes bi sedema teqîna mînê canê xwe kirine goriyê mirovahiyê.

Di vê nîvekê de, “Şerîf bi mirina giran a xwe netenê Merîwan, belku hemû zagiros lip xema xwe de matmayî kir, ji aliyê çalakvanên jîngehparêz û xesarberketiyên Serpolê.

Urmiye û Şino

Silavek bi keskahiya Kurdistan û germiya dilê têkoşînê

Silav ji riha pak a Şehîdan

Dîsan nûçehat ku jîngehê dişevtîn in, dîsan nûçe hat ku dibe rab in jîngehê biparêzin, heya neviyên me bihesin, dîsan nûçeya topbarankirina çiyayên Merîwanê bi destê Sapha Pasdaran a terorîst hat.

Em wekî endam û ciwanên “Diza Mirgewer” û Şino agehdar bûn, ku careke din 4 deste gullên sor yên me di nav agirê çiyayên Merîwanê de şevtîn û şehîd bûn.

Em her wekî demên borî, vê kiryara rejîma dagîrkar şermezar dikin, ne wekî ciwanekî  “Diza Mirgewer”, belku wekî ciwanekî Kurd û Kurdistanî.

Em dibe hemû xelkê Kurdistanê hevdeng li hemberî vê cinayeta rejîmê de bisekinin.

Em sersaxiyê dibêjin bi malbatên wan 4 xebatkar, û xwe şirîkê  xema xelkê Kurdistan û malbatên wan dizanin.

 Bijî ciwanên têkoşer û mafxwaz

Bijî  Kurd û Kurdistan

Endam û alîgirên PDKÎ Diza Mirgewer û Şino