Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, bi hilkefta koça dawî ya “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Mixabin, em hatine agehdarkirin ku hevalê xebatkarê kevnar “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ, bi sedema nesaxiya Koronayê malavayî ji malbat û hevçeperên rêya azadiya Kurdistan û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kir.
Em ciwanên nîştimanperwer yên bajarê Urmiyê, bajarê Mîrê Biradost û Xanê Lep Zêrîn, li bintara çiyayê serbilind yê Bozê Sîna, hevçeperên şehîdê fermande Serwan “Hatem”, peyama hevxemiya xwe arasteyê malbata rêzdar a şehîd Luqman Mêhfer û Hizba Demokrat dikin û li hember 42 sal xebat û têkoşan û 6 car birîndarbûna wî şehîdê, serê xwe ditewînin.
Endamên Teşkîlata Nihênî ya PDKÎ li devera Mirgewer