Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiya endamên PDKÎ li bajaroka Dizeya Mirgewer derheq koça dawî ya Luqman Mêhfer

11:58 - 11 Nîsan 2021

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajaroka Dize ya ser bi devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, bi hilkefta koça dawî ya “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ peyamek belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêbaza te rêbaza me ye kek Luqman!

Netewa Kurd ji sedan salan berî niha ve bo rizgariya xwe xebatê dike û di vê çeperê de jî bi sedan hezar şehîd dane. Tevî ku em şehîdperwer nînin û mafxwaz in, lê bê guman Hizba Demokrat jî, li ser heman esasê di çeperê de ye û wê heya dabînkirina mafê me yê netewî dev ji xebatê bernede.

Em wekî endam û alîgirên PDKÎ li Dizeya Mirgewer sersaxiyê didine malbata kekê Luqman Mêhfer, malbata demokrat û tev xelkê Kurdistanê û em xwe hevparê xema we dizanin.

Bi sersaxiyê em nasekînin û emê di rêbaza wî de berdewam bin ku heman rêbaza şehîd Dr. Qasimlo û Pêşewayê nemir Qazî Mihemed e.

Bijî Kurdistan

Bijî Demokrat

Serkeve Rasan

Endam û alîgirên PDKÎ li Dizeya Mirgewer