Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiya HAK PARÊ bo PDKÎ

12:38 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2020

Serokê Hak Parê li Bakurê kurdistanê peyamekî hevxemiyê li derheq Şehîdkirina Hidayet Ebdulapûr, bo PDKÎ hinardiye û di vê peyamê de, tewî hevxemiya xwe , kuştina xortên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve jî , bi tundî şermezar kiriye.

Deqa peyama Serokê Partiya Maf û Azadiyan bi wî awayî ye:

REJİMA ZORDESTA ÎRANÊ Bİ XWÎNA KURDAN XWE LİPÊ RADIGRE

Rejîma zordeste Îranê berî çend rojan sîyasetmedareke jin a Kurd bi cezayê îdamê ceza kir. Herwisa Endam û pêşmergeyekî PDKÎ, bi navê Hidayet Ebdilapûr  ku di zîndanê de bu, bi gulebaran şehîd kir .

Ev rejima hov û dirinde di dema cankêşanê de jî, dev ji mijana xwîna Kurdan bernade.  Xuyaye ku rejima zordesta Îranê bi xwîna Kurdan xwe lipê radıgre. Lewra roj tune ku li Rojhilatê Kurdistanê çend Kurd neyên girtin yan gulebaran kirin. Kevneperestên dewleta Îslamîya  Îranê, dijayetîya xwe di her qonaxî de didomînin.

Careke din em bang li civaka nevnetewî a Cîhanê dikin ku pêşî li vê dewleta mirovkuj û xwînmij bigre. Bi kuştin û zilm û zordarîyê tu pirsgirekek çareser nabe.

Xwinmijî ne karê mirovana.

Riha Şehîd Hidayet Ebdulapûr şad be.

Serê malbatê û hezkirîyan sax be.

Serê gelê Kurd sax be.

02.07.2020

Latif Epözdemir

Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR