Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiya Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ digel xelkê Kurdistanê

17:13 - 2 Îlon 2021

“Mistefa Hicrî”, Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq bûyera hatinûçûna mînîbosekê ku çendîn welatiyên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û birîndar bûn, di peyamamekê de hevxemiya xwe digel xelkê Kurdistanê nîşan da.

Deqa peyamê wiha ye:

Mixabin karesata bûyera hatinûçûnê, canê hejmareke zêde ji xelkê bajarê Merîwanê stand û ew bajare û tev Kurdistan xembar kir.

Xirabiya rêûban li Kurdistanê û pêranegihîştina rejîmê bi wê karê, salane canê gelek kesan tê standin.

Em bi boneya wê karesatê sersaxiyê li malbata qurbaniyan û xelkê bajarê hezkirî yê Merîwanê û tev Kurdistaniyan dikin û hêvî dikin ku kesên birîndarbûyî bi zûtirîn dem baş bin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

11`ê Xermanana 1400`an

2`ê Îlona 2021`an