Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiya Mamosta “Hesen Şêweselî” bo Şehîdên jîngehê

19:28 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endamê Fexrî yê Navenda Siyasiya PDKÎ, Mamosta “Hesen Şêweselî”, bi boneyê şehîd kirina 3 jîngehparêzan di bajarê Pawê de, peyamek belavkir.

Mamosta “Hesen Şêweselî”, di vê peyamê de gotiye: mixabin, rêvîngên rêbaza pîroz a şehîd “Şerîf Bacwer” û hevalên wî di agirpêketinên bajarê Pawê de, canê xwe fîdayê parastina Kurdistanê kirin û wan da xuya ku, heya nefesa dawiyê,li ser berdewamiya rêbaza xwe micidin.

Di wê peyamê de hatiye gotin ku, gorîkirina bi nirxtirîn tişta jiyanê, bi tenê jêhatiyê wan kesane ku, şiyana erkekî wiha giran û bi zehmet hebin.

Mamosta “Hesen Şêweselî” di peyama xwede bas kiriye ku, ew qehremanên şerê agir û mirov in, mixabin heya rejîma Îranê li ser kar be, kurdistan dê bi berdewamî ber bi kawilbûnê ve here.

Di vê payamê de basa wê yekê jî hatiye kirin ku, karbidestên rejîma Îranê, dêvên merg û nemanê ne û bi tenê bo mirinê hatine perwerde kirin.

Mamosta “Hesen Şêweselî” basa wê yekê dike ku, evîndarên rastîn yên jîngeha welatê me, şehîdan “Yasîn Kerîmî, Bîlal Emînî û Muxtar Xendanî”, wekî xelatê herî hêja, canê xwe pêşkêşî jîngeha me kirin.

Mamosta “Hesen Şêweselî” di dawiya peyama xwede, sersaxiyê dide malbatên wan şehîdên jîngehê û xwe bi şirîkê xema wan dizane.