
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 55`emîn salvegera damezrandina Partiya Çep a Kurdistan-Sûriye (PÇKS), peyama pîrozbahiyê bo wan şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar Komîteya Navendî ya Partiya Çep Kurdistan_Sûriya
Tevî Silaveke birayane
Peyama we ya derheq yada 55`emîn salvegera damezrandina Partiya we ya tekoşer gihîşte me. Bi vê hilkefta dîrokî em bi navê rêberayetiya Partiya Demokrat a Kurdsitana Îranê ve, gerimtirîn pîrozbahiyê li serkirdayetî, endaman û tev tekoşerên we dikin û hêvîdar in ku li xebat û tekoşîn bo gihîştin bi mafên siyasî û netewî yên gelê me serkevtî bin.
Rêzdaran:
Pêwendiya Partiya Demokrat a Kurdsitana Îranê û Partiya we ya xebatkar û rêberên tekoşer dîrokeke kevin heye û bi girîngî ve em berê xwe didine wê pêwendî û hevkariya netewî û xebeta we li Rojavayê Kurdistanê mil bi milê Partiyên din yên Kurd û em hêvîdar in ku bikrin bi yeketî û yekgirtî û xebata we ya bê rawestan, mafên gelê me dabîn bikin.
Hevalên rêzdar!
Siyasetên navnetewî û milmilanê ya zilhêzan li Sûriya û destkevtên Kurd li şerê dijî terorîzm (DAÎŞ)ê û berxwedaniya şervanên xort û keçên Rojavayê Kurdistanê derfeteke zêrîn û dîrokî bo me pêk anîne û bi kiryar, niha gelê Kurd û xebata wê ya rewa li Rojavayê Kurdistanê bûye rastiyek ku ti kes nikare înkare jê bike û em jî bi geşbînî ve mêzeyê meşa bûyeran dikin. Em hêvîdar in ku Partiya we a tekoşer bi wê xwendina siyasî ve bername û erkên xwe diyarî bike û rola dîroka xwe li wan rewşên hestiyar de bigre.
Di dawiyê de carek din em pîrozbahiyê ji we dikin û hêviya serkevtinê ji we re dixwazin.
Pîroz be 55`emîn salvegera damezrandina Partiya we ya tekoşer.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Pêwendiyên Giştî
Mihemednezîf Qadirî