Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiya Partiya Çep a Kurdistan-Sûrya derheq koça dawî ya Luqman Mêhfer

17:13 - 14 Nîsan 2021

Partiya Çep a Kurdistan-Sûrya bi hilkefta koça dawî ya “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ peyama hevxemiyê bo Hizbê şand.

Peyam wiha ye:

Biroska sersaxyê

Hevalên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Silavên  xebatkar

Bi keder û xemgînyeke mezin ve me bihîst ku xebatkirê Kurd Luqman Mêhfer endamê rêvebirya  PDKΠ koça dawî kiriye.

Êm wekî Partiya Çep a Kurdistan-Sûrya sersaxyê bo we û heval û hogirê wîr dixazin û Xwedê wî bi dilovanya xwe şa bike û cihê wî bihişt be.

 Mehmûd Malla

Sekreterê Partiya Çep a Kurdistan-Sûrya