
Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê di peyamekê de hevxemiya xwe bi PDKÎ ragehand
Rêkewt 18`ê Xermananê, Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê di peyamekê de, rû li PDKÎ, hevxemiya xwe li hemberî êrîşa Spaha Pasdaran ya terorîst bo ser binkeyên Hizba Demokrat û şehîd û birîndarbûna desteyek ji pêşmergeyên vê hizbê ragehand.
Di beşeke vê peyamê de hatiye: “Em li beşa pêwendiyên neteweyî ên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ve, nîgeraniya xwe li hemberî vê kiryara terorîstî eşkere dikin, û daxwaza helwest û dijkiryara rêkxirawên navdewletî li hemberî binpêkariyên mafên gelê Kurd dikin”.