
Kurdistanmedia: Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi boneya bûyera 17`ê Xermananê (8`ê Îlonê) peyama sersaxiyê ji PDKÎ re şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Ji bo Lêpirsyarê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê!
Me bi dax û keserê ve bihîst ku, çend pêşmergeyên we ji ber êrîşa rejîma xwînmij a Îranê şehîd bûne.
Em bi tundî êrîşa han şermezardikin û piştrast in, ku rejîma Îranê ya hov û xwînxwar nikare bi van karên kirêt ve pêşiya xebata we û xebata gelê me li Kurdistana Rojhilat de bigire.
Ez bi navê hemû endam û alîgir û kadrên “PSK”ê, serxweşiya xwe pêşkêşî we, û bi riya we jî pêşkêşî malbat û hevçeperên şehîdan dikim. Daxwaza me ev e, ku birîndar zûtir baş bin.
Riha şehîdan şad, rêbaza wan berdewam be
Bimire rejîma dagîrkar a Komara Îslamî a Îranê.
“Mes`ûd Tek”
Serokê Giştî
9`ê Îlona 2018`an