
Navenda Siyasî ya PDKÎ li derheq şehîdkirina “Mûsa Babaxanî” bi destê rejîma Îslamî ya Îranê pirse û sersaxî belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Bo birêveberên rêzdar ên hevalên din ên Demokratê
Silav û hurmet
Nûçeya şehîdkirin û terora “Mûsa Babaxanî” Endamê we yê Rêberayetiyê bi tundî em xembar kirin, em terorîzma Komara Îslamî ya Îranê şermezar dikin, herwisa dax û xema xwe bo jidestdana wî têkoşerê mandûnenas ê Demokrat nîşan didin û em di xema we de beşder in.
Em di vê derheqê de sersaxiya xwe pêşkêşê malbata wî ya rêzdar, we yê têkoşer, hevçeper û dostên Mûsa dikin û hêviya sebir û aramiyê bo hemû aliyekê dixwazin.
Bi rêzdariyeke dûbare ve
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Siyasî
18`ê Gelawêja 1400`an a Rojî