Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiyê a Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ derheq erdheja Bakurê Kurdistanê

11:38 - 27 Kanûna Paşîn 2020

Peyam wiha ye:

Mixabin di encama erdheja Bakurê Kurdistanê de ku roja Înê 4`ê Rêbendanê çê bû, sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û sedan kes jî birîndar bûn. Herwisa vê erdhejê, malwêranî û xisareke mezin a malî jî bo xelkê vê deverê li pey xwe ve anî.

Heya niha jî çarenivîsa gelek kesên ku di bin xaniyên kavilbûyî de mane nayê zanîn. Bi vî awayî ev metirsî heye ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

Êş û azara vê bûyera dilêş bi taybet di demsala sir û seqemê de, bo kesûkarên qurbaniyan û birîndarên vê bûyerê gelek zêde dibe.

Bi helkefta karesata erdheja Bakurê Kurdistanê, em sersaxiyê didin xwîşk û birayên xwe li Bakur û bi taybet kesên ku piştî erdhejê rizgar bûne. Em xwe hevparê xema xizm û kesên berketiyên erdhejê dizanin û hêvî dikin tendirustiya birîndarên vê bûyerê vegere.

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî