Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiyê ya endam û alîgirên PDKÎ

11:51 - 14 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya şehîdbûna du pêşmergeyên vê partiyê, sersaxiyê dibêjine hizb û malbatên serbilind yên şehîdên nû yên “Rasan”ê.

Endam û alîgirên PDKÎ, li devera Şarwêrana girêdayî bajarê Mehabad û gundê “Nisl” a girêdayî devera Şamiyan a ser bi bajarê Merîwanê, di du peyamên cuda de, sersaxî û hevxmiyê, bi boneya şehîdbûna du pêşmergeyên Partiya Demokrat,li  roja 20`ê Rezberê (12`ê Çiriya Pêşîn) dibêjne malbata mezin ya Partiya Demokrat û malbatên serbilind yên şehîdên bi navên şehîd “Şaho Weysanî” û şehîd “Zanyar Îslamî”.

Deqa peyamê wiha ye:

Mixabin nûçeya şehîdbûna du heval û hevçeperên qehreman yên me gihîşte me, sersaxiyê dibêjne malbata şehîdên bi navên şehîd “Şaho Weysanî” û şehîd “Zanyar Îslamî” û hemû şehîdên hizb û gel, riha wan şad û riya wan berdewam be.

Ji aliyê endamên nihînî (veşartî) yên devera Şarwêrana Mehabadê ve

Ji aliyê endam û alîgirên Partiya Demokrat li gundê “Nisl” a girêdayî devera Şamiyan a ser bi bajarê Merîwanê, sersaxiyê dibêjine malbtên şehîd “şaho Weysanî” û şehîd “Zanyar Îslamî” û xwe şirîkê wê xema wan dizanin û hêviya serkevtinê bo hemû hevalên wan dixwazin.

Ji aliyê endam û alîgirên Partiya Demokrat li gundê “Nisl” a girêdayî devera Şamiyan a ser bi bajarê Merîwanê.