Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiyê ya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ya li derheq koça dawî ya “Kerîm Ehmed”

20:07 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2022

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî di peyamek hevxemî de bi hilkefta koça dawî ya xwedêjêrazî “Kerîm Ehmed” sekreterê berê yê Partiya Şû`î ya Kurdistanê, ji aliyê rêberatiya Partiya Demokrat ve ji malbata wî ya rêzdar, rêberatî û tev Partiya Şû`î ya Kurdistanê re sersaxî got.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Mekteba Siyasî ya Partiya Şû`î ya Kurdistanê

Tevî rêz û silavan

Nûçeya koça dawî ya xwedêjêrazî “Kerîm Ehmed”, sekerterê berê yê Partiya Şû`î yê Kurdistanê em xembar kirin.

Xwedêjêrazî “Kerîm Ehmed” temenek xebat li dijî rejîma Be`is a Îraqê derbas kir û di vê pêxemê de û li derheq bîr û hizra siyasî ya xwe de rastî heps, îşkencekirin û dûrxistinek zêde hatibû.

Herwisa xwedêjêrazî “Kerîm Ehmed” hevalekî bi emeg yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û hertim digel rêberatiya me, peywendiyek dostanî hebû.

Bi hilkefta koça dawî ya xwedêjêrazî “Kerîm Ehmed”, ji aliyê rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, em ji malbata wî, rêberatî û tev Partiya Şû`î ya Kurdistanê re sersaxiyê dibêjin û em xwe hevparê xema ji dest dana xwedêjêrazî “Kerîm Ehmed” dizanîn.   

Digel rêz û silavên dubare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

23`ê Pûşpera sala 1401`an

14`ê Tîrmeh a sala 2022`an