Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkefta 1'ê Gulan'ê roja cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.
Peyam wiha ye;
Bi helkefta roja cîhanî ya Karkeran, em pîrozbahiyê li hemû karkerên Îranê û bi taybet ên Kurdistana Rojhilat dikin û piştevaniyê ji xebata wan a ji bo dabînkirina mafên wan ên binpêkirî ji aliyê rejîma Îranê ve dikin.
Serkeve xebata hevpar a pêkhateyên cuda û hemû neteweyan li Îranê.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Lêpirsyarê giştî
Mistefa Hicrî
1'ê Gulana 2020'an