Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta cejina “Mewlûd”ê

11:32 - 18 Çirriya pêşîn 2021

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta jidayîkbûna Pêxemberê Misilmanan, peyamek pîrozbahiyê rû li tev Misilmanên cîhanê û nemaze yên Kurdistanê belav kir.

Peyam wiha ye:

Peyama rêzadar Mistefa Hicrî, Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta yad û bîra jidayîkbûna Hezretê “Mihemed” (silavê Xwedê li ser be)

Ez bi hilkefta yad û bîra jidayîkbûna Hezretê “Mihemed”, Pêxemberê Misilmanan (silavên Xwedê li ser be) pîrozbahiyê li tev Misilmanan û nemaze xelkê Rojhilatê Kurdistanê dikim.

Ez hêvîxwaz im ku di wê rojê de bawermendên Ola Îslamê û tev Olên din di aştî û birayetiyê de bijîn û sepandina çi cure tunûtîjiyeke Olî nemîne.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

26`ê Rezbera 1400`an a Rojî

18`ê Çirriya Pêşîn a 2021`an