Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bo roja kêmendamên di nav refa xebatê de

11:21 - 7 Kanûna pêşîn 2021

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bo 16`ê Sermawezê roja kêmendamên Hizba Demokrat, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyam bo roja kêmendamên di nav refên xebatê de

Roja 16`ê Sermawezê, ji aliyê Navenda Siyasî ya Hizba Demokrat ve wekî roja rêzgirtin ji xebat û cangoriya kêmendamên şoreşê hatiye diyarîkirin. Di wê rojê de û li sala 1366`an a Rojî, fermandê zîrek û netirs ê Hêza Pêşmerge, mamosta “Hesen Şêweselî” di kiryarek terorîstî ya dujminê gel de beşek ji endamê cesteyê xwe ji dest da.

Di refa xebat û têkoşîna gelê Kurd de, bi sedan kes bi awayek cangorî beşek ji cesteyên xwe pêşkêşê meşa xebat û têkoşanê kirine û her lewma di wiha rojekê de hewce ye rêz ji cangorî, qehrimanî û xwebexşkirina wan têkoşeran bê girtin û digel hestkirin bi êşa wan cesteyan, şanaziyê bi hebûn û bexşendeyiya wan bikin.

Em silav û rêz û wefa bo hemû wan bexşendeyane dişînin ku giranbihatirîn sermaye ne ku beşek ji cesteyên xwe pêşkêşê rêya xebat û têkoşana rizgariya gel û nîştimana Kurdistanê kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

16`ê Sermaweza 1400`an a Rojî

7`ê Kanûna Pêşîn a 2021`an