Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, bi boneya koça dawî ya “Hemîd Derwêş”

17:40 - 24 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, bi boneya koça dawî ya “Hemîd Derwêş”, Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd ya Sûriyê, di peyamekê de sersaxiya xwe arasteyê Mekteba Siyasî ya wê Partiyê kir.

Peyam wiha ye:

Rêzdar Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd ya Sûriyê

Tevî silaveke gerim 

Mixabin, nûçeya koça dawî ya kesayetî û tekoşerê dêrîn yê netewa me, “Hemîd Hacî Derwêş”, Sekreterê giştî yê Partiay Demokrat a Pêçverû ya Kurd ya Sûriyê gihîşte me.

Rêzdar “Hemîd” cuda ji wê ku kesayetiyeke bilind ê siyasî û nîştimanperwer bû, dostekî emegnasê Partiya Demokrat û Dr. “Qasimlo” bû ku temeneke dirêj li rêya xebat bo armancên neteyawa Kurd li Kurdistana Sûriyê derbas kir. Her ji bo vê jî ji destdana wî, xemeke mezine bo hemû alîyeke me.

Bi vê boneyê, ji aliyê rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, tevî nîşandan hevxemî û sersaxiyê ji we û tev rêberiya Partiya we û malbatên tekoşer yên wan dikin.

Bi hêviya bênfirehbûn bo hemû aliyekê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyraê Giştî

Mistefa Hîcrî

2`ê Xezelwera 1398`an

24`ê Çirriya pêşîn ya 2019`an