Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta salroja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahiyê rû bi rojnamevanên kêrhatî yên Kurd belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Salvegera Rojnamegeriya Kurd, li hemû Rojnamevanên kêrhatî yên Kurd pîroz be.
Bi hêvîya wê rojê ku hemû rojnamevanên Kurd wekî hemû rojnamevanên cîhana azad û pêşketî, li gihandina rastiyan bo xelkê azad bin û ti astengiyek li ser rêya berfirhekirina wê erka giring ya wan nemîne.
Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê
Lêpirsyarê Giştî
Mistefa Hicrî
3`ê Banemer a 1399 a Rojî
22`ê Nîsan a 2020