Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta 8`ê Mars roja cîhanî ya jin

12:47 - 7 Adar 2020

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 8`ê Mars, roja cîhanî ya jin, peyameke pîrozbahiyê rû li jinan di Îran û bi taybet Kurdistanê de belavkir.

Deqa peyamê wiha ye:

8`ê Mars, roja cîhanî ya jin, pîrozê hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê be.

Hekî di 41 salên derbasbûyî de hemû rûniştiyên Îranê, di bin dijwartirîn serkut û tepeserên rejîma Îslamî ya Îranê de bûne, ji hemû azadî û xweşiyên jiyanê hatine bêparkirin, jinên wî welatî bi tawana jinbûna wan bêpartirîn in û jinên Kurd bi tawanekî mezintir a Kurdbûna wan bêpartir ji wan in.

Em di wê rojê de rêz ji çalakiyên wan jinên mafxwaz digirin bona rizgarbûna wan ji çengê wê desthilata dijî azadiyê.

Rizgarî di berdewamiya xebatê de ye

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

17`ê Reşeme a sala 1398`an