Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bo 22`ê Pûşperê

22:01 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2021

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 22`ê Pûşperê salvegera terorkirina rêberê navdar şehîd Dr. “Qasimlo” peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

22`ê Pûşperê, bo tevgera netewî-demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê û Partiya Demokrat, vebîranîna xisareke mezin û birîneke kûr e.

Em di demekê de yada wê hilkefta dilêş dikin ku 32 sal berî niha, Dr. Qasimlo û hevalên wî, bûn bi qurbaniya terorîzma dewletî ya Komara Îslamî û şehîd kirin.

Di vê hilkeftê de, em digel armancên rêberê mezin ê netewa me peymana emegnasiyê nû dikin û em bêzarî û kîna xwe nîşanê rejîma dijeazadî ya Komara Îslamî didin.

Berdewamî bo rêbaza rêberên şehîd û serkevtin bo xebata netewî û mafxwazane ya netewa me

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

21`ê Pûşpera 1400`an a Rojî

12`ê Temûza 2021`an