Gelê Kurd bi salane ku nirxa Kurdiniyê dide û berî her kesekî jî, rêberên Kurdistanê canê xwe kirine qurbanî.
Dîroka Şehîdbûna rêberên Kurdan , ji Simayîl axayê mezin heya Simko û Pêşewa Qazî Mihemed, Dr.Qasimlo û Dr. Se`îd Şerefkendî, bixwe wê rastiyê dide xûya ku doza rizgariya Kurd û Kurdistanê bi her nirxek hatiye domandin û heya negihîje encamê, dê her bidome.
Teror, înkar û bi sêdaredana rêberên Kurdan ji aliyê dujminan we, nîşana tirsa dujmin ji seh û hêza Kurdiniyê ye.
Di roja Şehîdên Kurdistanê de, em wekî malbata Şehîd Simko, peymana xwe digel rih û xwîna Şehîdên Kurd û Kurdistanê nû dikin û rê û rêbaza wan nemiran bernadin û heya geheştina bi armancên bilinde gel, emê wê dozê bidomînin.
Silav bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku ji nav û keda wan Rêberên Şehîd xwedî derketiya û doza wan didomîne
Silav ser rihê hezaran Şehîdên Kurd û Kurdistanê
Silav bo riha Pêşewa Qazî Mihemed Serkomarê Kurdistanê
Malbata Simko
2020-03-29 zayînî