Malbata şehîd Simkoyê Şikak bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avakirina PDKÎ, peyameke pîrozbahiyê bo Partiya Demokrat şand.
Peyam wiha ye:
Cihê dilgermî, hêvîdarî û serbilindiyê ye ku piştî 75 salan ji damezirandina Partiya Demokrat hêj armanc û îdealên xelkê Kurd bi micidî û bi dana her nirxekî bi awayekî serbixwe, têne parastin û domandinê û ew nîşana hizir û seha xelkên Kurd û micidbûna gelê Kurd bona bidestveanîna mafên xwe yên rewa ye.
Partiya Demokrat, mîratgirê xebata netewî ya gelê Kurd bi dirêjahiya dîroka Kurd û Kurdistanê ye ku di dema damezîrandina Komara Kurdistanê de, ji 4 aliyên Kurdistanê ve, pişikdarê wê Komarê bûn û ew bû şanazî bo gelê Kurd li 4 aliyên Kurdistanê.
Em hêvî dikin ku roj bi roj cehd û hewlên gelê Kurd bona yêkitî û dariştina stratejiyên zanistîtir û realîstî derheq şikandina sîstema dagîrkerî û dijî mirovî ya rejîma Îranê, bihêztir bibe.
75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat, li gelê Kurd pîroz dikin û hivîdar in ku Partiya Demokrat tim serketî û pêşveroyê gelê xwe û herwisa cihê şanaziya xelkê Kurdistanê be.
Biji Partiya Demokrat
Berdewam be Rasana gel
Bijî Kurd û Kurdistan
Malbata Şehîd Simko
25ê Gelawêja 1399an
15ê Tebaxa 2020an