Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama malbata Simko bo PDKÎ

14:19 - 11 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Malbata “Simay`îl axayê Şikak” êrîşa rejîma Îranê ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat şermezar kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Li mêjve ye ku Kurd berxwedanê dike ji bo mafê rewa yê xwe. Em girtin û kuştin, teror û bombebarankirina qehremanên vî gelî ji aliyê dijminê mirovahiyê ve bi tundî şermezar dikin, û  em li ser vê baweriyê ne ku rejîma xwînxwar nikare hêza vî gelî bişkêne û dîrokê jî ev yeka selimandiye.

Îro pêşmergeyên qehreman yên Kurd di Kurdistana Rojhilat de, ji bo xebata bo gel, ji dana tu nirxekê, xwe bê par nekiriye, û erk û wezîfeya her Kurdekî/ê nîştimanperwer e ku pişta pêşmergeyên xwe bigire. Em  daxwaz dikin ji wan kesên ku çeka dijmin hilgirtine, û hildigirin, dev ji dijminatiya gelê xwe berdin.

Em hêvîdar im ku rastiya bibînin û êdî nebine alavên destê dijmin.

Em xwe şirîkê xem û derdê malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman yên Demokrat dizanin, û serê we sax be, serê gelê Kurd sax be.

Malbata şehîd Simko