
Kurdistanmedia: Malbatên serbilind yên şehîdên “Niyer”ê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, Peymana xwe di gel rêbaza şehîdan nûkirin.
Li 72.mîn salroja îdamkirina yekemîn Serkomarê neteweya Kurd, “Pêşewa Qazî Mihemmed”, malbatên şehîdên gundê “Niyer”, naskirî bi “Riya Şehîdan”, careke din di gel rêbaz û riya şehîdan, peymana emegnasiyê nû kirin,
Daqa peyamê wiha ye:
Bi boneya 10`ê Xakelêweyê roja “Şehîdên Kurdistanê”, em di gel hizba hezkirî a xwe peymana emegnasiyê nû dikin, û silav ji bo partiya hezkirî ya Kurdistanê!
Silav li Pêşewayê Kurd Qazî Mihemed!
Silav li Dr: Qasimlû, û Dr: Sadiqê Şerefkendî!
Silav li riha pak a hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê!
Li “Niyer” a şehîd, nûkirina peymana emegnasiyê a hemû xelkê “Niyer”ê, nemaze malbatên şehîdan û endamên PDKÎ li hizba hezkirî a xwe radigehînin, û serê rêz bo şehîdên Kurdistanê ditewînin.