Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama malbatên serbilind yên şehîdên “Kosalan”ê

12:32 - 31 Adar 2019

Kurdistanmedia: Malbatên serbilind yên şehîdên “Kosalanê”, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, Peymana xwe di gel rêbaza şehîdan nûkirin.

Li 72.mîn salroja îdamkirina yekemîn serkomarê neteweya Kurd, “Pêşewa Qazî Mihemmed”, malbatên şehîdên gundê “Kosalan” a girêdayî bajarê Merîwanê, careke din di gel rêbaz û riya şehîdan, peymana emegnasiyê nû kirin.

Peymana malbatên serbilind yên şehîdên gundê “Kosalan”ê wiha ye: Em baş dizanin ku kesûkarên me li pêxema azadî û rizgariya gelê me de, canê xwe netirsane pêşkêşî baregeha şehîdan kirine, û erkên tewav nekirî yên xwe bo me ciwanan û hevjînên xwe bi cih hêlane, û li roja şehîdên Kurdistanê, em peymana xwe di gel rê û rêbaza şehîdên Kurdistanê nû dikin, û em ji şehîdan re soz  didin ku, li her cihekî wê cîhanê bin, heya gihîştin bi armancên bilind yên gel û şehîdên Kurdistanê, dev ji wê hewil û xebata xwe ber nadin.

Bi hêviya serkevtin û azadkirina neteweya me di bin desthilata diktatoriya zalim de, tola xwîna rijiyayî yên şehîdên xwe bistînin.

Riha şehîdên me şad û rêbaza wan berdewam be.

Malbatên serbilind yên şehîdên “Kosalanê”.