Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Mistefa Hicrî” bi boneya cejna pîroz ya Remezanê

18:13 - 14 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ,  di peyamekê de, cejna Remezanê li hemû Misilmanên cîhan û bi taybet xelkê Kurdistana Îranê pîroz kir.

 Deqa peyamê wiha ye:

Cejna we ya Remezanê Pîroz

Bi boneya cejna Remezanê, cejna Misilmanên cîhanê, ev pîrozbahiyên germ yên xwe pêşkêşî hemû Mislmanan, bi taybet xûşk û birayên Mislmanên xwe yên di Kurdistana Rojhilat de dikim, hêviya min ew e ku, rojên cejnê û hemû rojên din ên temenê hevnîştimaniyên min pirr ji xweşî, aştî, û tabahî û bextewerî be.

Bêguman ev hêviya min jî bi nemana Komara Îslamî  dikare cîbicî dibe, çimkî ev rejîma ev bo heyama nêzîkî çar dehkan e ku  dest bi ser nan û azadiya hemû neteweyên Îranê de giritiye, û sivikatî bi keramet û çanda neteweya me kiriye û hemû xelkê Îranê bi taybet neteweya Kurd di vê parça Kurdistanê de ji hebûna hemû mafên xwe bêpar kiriye.

Niha li hemû dema zêdetir hewcehî bi îradeyeke yekgirtî heye, ji bo vê ku vî destî kurt bikin, û bi hêviya cejna rizgariyê bin.

Cejna Remezana ve pîroz be, û palder (hander) be ji bo xebatê di riya cejna rizgariyê de

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî

Mistefa Hicrî

24`ê Cozerdana 1397`an