Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Mistefa Hicrî” bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Necmedîn Kerîm”

16:32 - 31 Çirriya pêşîn 2020

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Necmedîn Kerîm” peyama hevxemiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Em hatine agehdarkirin ku têkoşerê berê yê xebata Kurdayetî û Endamê Berê yê Mekteba Siyasî ya YNK, Dr. “Necmedîn Kerîm” li roja Înê 30ê Çirriya Pêşîn di nexweşxaneyeke Amerîkayê de, koça dawiyê kiriye.

Dr. “Necmedîn Kerîm” li qonaxeke hestiyar, Parêzgarê Kerkûkê bû û her li despêkê alaya Kurdistanê li ser Parêzgariya Kerkûkê bilind kir.

Tevî xebateke dûrûdirêj ya Dr. “Necmedîn Kerîm” li doza rizgariya Kurdistanê, hevelekî kevnar û bi emeg yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû.

Bi wê hilkeftê, em sersaxiyê pêşkêşê hemû endamên malbat, kesûkarên Xwedêjêrazî û tev hogirên serbestiya Kurdistanê dikin û xwe bi şirîkê xema wan dizanin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hîcrî

31ê Çirriya Pêşîn a 2020