Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Mistefa Hicrî” li derheq cezayê ku bi ser Zara Mihemedî de hatiye sepandin

13:00 - 9 Kanûna Paşîn 2022

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”, derheq sepandina pênc sal girtîgeh bi ser “Zara Mihemedî” Mamosteya Zimanê Kurdî de, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Ev dengane nayêne mat û bêdengkirin

Zara xistine girtîgehê da ku bi xeyalên xwe, wê bêdeng bikin, ew agehdarê vê yekê nînin ku dengê Zarayan gelek ji mêj ve bûye dengê hezaran têkoşerên azadîxwaz ên rêya serbilindî û azadiya netewa me.

Dersxwanên dibistana Zarayê gelek zêde û bêdawî ne, girtîgeh wan natirsîne û wan mat û bêdeng nake, wan di dilê netewa xwe de cihên xwe vekirîne û serdikevin.

Herî bi serê wî dujminê ku hêviya wî bi girtîgehê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

19`ê Befranbara 1400`an a Rojî

9`ê Kanûna Paşîn a 2020an