Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Mistefa Hicrî” li derheq erdhejberketiyên Xoyê û Kutolê

13:18 - 25 Şibat 2020

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdsistana Îranê “Mistefa Hicrî”, di peyamekê de bo xelkê redhejberketiyên Xoy û Kutolê, tevî wê ku sersaxî gote malbatên can jidestdayan û daxwaz jî kir ku bi hawara xelkê wan derveran ve biçin.

Deqa peyamê wiha ye:

Zirarberketiyên redheja çend roj pêş niha herdu aliyên Kurdistanê li Tirkiye û Îranê, careke din sibêdeh û êvara roja Yekşemî 4`ê Reşemê, rastî erdhejeke din hatin û di encamê de di wê zivistana sir û tijî li befir, hezaran mal û cihê jiyana wan herifîn û zêdetir ji 100 kes jî birîndar bûn û li beşa Kurdistana Tirkiyê jî, 9 kesan canê xwe ji dest da.

Ew bûyera dilêş, birîneke kûr e li ser leşê Kurdistana birîndar û bû sedema xem û perîşaniya gelê me.

Niha ew malbatên lêqewimî çavnihêrî hemû core alîkariyek ji aliyê hevnîştimaniyan ve ne ku bigihe wan, bo vê ku di wê demsala sir û seqemê de reastî bûyerên zêdetir nebin, çimkî şik têde nîne ku ji aliyê rejîma Îranê ve ti alîkariyek nagihe destê wan.

Em jî di wê bûyerê de daxbari in û sersaxiyê li malbatên can ji destdayî dikin û em hêvî dikin ku birînên wan bi zûtirîn dem nûjdar bibin.

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî

6`ê Reşeme a 1398`an

25`ê Şibat a 2020`an