
Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”, li derheq sêdaredana şehîd “Heyder Qurbanî” ji aliyê rejîma mirovkuj a Îranê ve peyamek belav kir.
Peyam wiha ye:
Rejîma mirovkuj a Komara Îslamî “Heyder Qurbanî” xortekî dinê yê nîştimana me îdam kir.
Heyder Qurbanî kurê şehîd Elî, azadîxwazek welatparêz û zîrek bû ku wekî piraniya xortên Rojhilatê Kurdistanê serê xwe li hember rejîmê de netewand û bi vî awayî bo heta hetayî xwe xiste nava dilê nîştiman û nîştimanperwerên Kurdistanê.
Kurdistan bi hebûna wan xortane serbilind e û dilê wê bo azadiyê pir ji hêvî ye.
Ez sersaxiyê dibêjme malbat û kesûkarên şehîd Heyder û hemû xelkê emegdar û xebatkar ên bajarê Kamiyaranê û hemû evîndarên azadiyê li Kurdistanê.
Şermezarî û neman bo rejîma Komara Îslamî
Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ
Mistefa Hicrî
20`ê Kanûna Pêşîn a 2021`an