
Kurdistanamedia: Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di peyamekê de, derheq 10`ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê peyman digel rêbaza şehîdan nû kir.
Deqa peyamê:
Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!
10´ê Xakelêweyê roja bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed serkomarê Kurdistanê û Sedrê Qazî û Mihemed Husênxanê Seyfê Qazî ye.
72 sal berî niha di rojeke wek îro de, Pêşewa Qazî Mihemed yekem serkomarê dewleta Cimhuriya Kurdistanê, di Çarçiraya bajarê Mehabadê, ji aliyê rejîma paşatiyê ve hate bidarvekirin. Çend rojan piştre jî hejmareke din ji efserên Spaha Millî ya Kurdistanê û karbidestên din ên Hikûmeta Kurdistanê li navçeyên Seqiz û Bokanê hatin bidarvekirin. Bi vî rengî rejîma Mihemedriza Şah, piştî vê ku di encama gelekomeyeke navneteweyî de, karîbû Komara Kurdistanê ji nav bibe, bi armanca serkutkirina tevgera mafxwazane ya xelkê Kurdistanê, pêleke berfireh ya îdam û kuştin û girtin û şopandin û zext û givaş di Kurdistanê de dest pê kirin. Karbidestên dewleta Tehranê li ser vê baweriyê bûn ku bi vî karî dikarin bîra azadîxwaziyê bo her tim ji nav bibin, lê herwek ku Pêşewa di dema bidarvekirinê de rû li dagîrkeran ragehand: "Bi kuştina min bîr û hizra kurdatiyê û azadîxwaziyê di Kurdistanê d, ne tenê ji nav naçe, belku di siberojê de bihêztir jî dibe". Bûyerên piştre rewayiya vê gotina hekîmane ya Pêşewa selimandin, ku gelê Kurd ne tenê her dest ji xebat û berxwedan û armancên Komara Kurdistanê hilnegirt, belku armancên Komara Kurdistanê bûne îlhambexşê (sembola) xebat ji bo azadî û rizgariya neteweya Kurd li sertaserî herêmê de. Heta ew hemû serkut û zext û givaşa ku Komara Îslamî wek mîratgirê biheq ê rejîma paşatiyê di heyama deshilata reş a xwe de li dijî gelê Kurd bi kar aniye, bi xebata yekgirtî a siyasî û medenî a xelkê Kurdistanê bersiveke tund pê hatiye dan.
Eva ye ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê de xebat bo rizgariyê bi awayên cur bi cur dom heye. Niha paş derbazbûna zêdetir ji heft dehikan ku bi ser bidarvekirina Pêşewa û hevalên wî re derbaz dibe, em dibînin ku tevgera Kurd bûye faktereke bihêz ya xebat û tekoşîn bo azadî û demokrasiyê di Îranê û navçeyê de. Bîr û hizra neteweyî û azadîxwazane li raserî Kurdistanê de bi şêweya herî baş û bilind xwe nîşan dide.
Îro rojê civaka Kurdistanê guherî ye û bûye civakeke çendalî û pêşkevtî û piloral û çend hizbî. Lê hemû hizb û rêkxistinên nîştimanî û demokratîk û azadîxwazên Kurdistanê serbarê cudahya siyasî a di navbera xwe de rêz ji Komara Kurdistanê û armancên wê digrin.
Eva nîşanderê vê ye ku Pêşewa Qazî Mihemed û armancên Komara Kurdistanê, ne tenê her milkê hizbeke diyarîkirî nînin, belku nîşana hevpar a kultura siyasî û azadîxwazane ya xelkê Kurdistanê û hizbên xebatkar ên ser qada xebatê ne di Kurdistanê de. Pêşewa Qazî Mihemed çi di dema ragehandina Komara Kurdistanê de, û çi jî di wesiyetnameya xwe de wekî rêberekî neteweyî û dilsoj û şareza pêdagiriyê li ser vê yekê dike, ku xebatkarên gelê Kurd hewce ye ku di hemberî dijminên Kurdistanê de bihêz û yekgirtî bin, û di navxwe de jî, û digel hevdu nerm û dûrbîn û bêhnfireh û bitehemul bin.
Em wekî Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê di pêxema ber bi pêşvebirina armancên xelkê Kurdistanê de, pêkve li ser hevkarî û hevdengî û hevxebatiya digel hevdu pêdagiriyê dikin, û peymanê digel riha pak ya Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên riya azadî û rizgariya xelkê Kurdistanê nû dikin, ku alaya xebata wan heya serkevtinê bilind û bipêl ragirin.
Silav li riha pak ya Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên riya azadî û rizgariyê!
Silav li armancên Komara Kurdistanê!
Silav li xelkê Xebatkar ê Kurdistanê!
Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê
9-ê Xakelêweya sala 1398-an a Rojî